Li Qamişlo agirbest hate ragehandin
Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojava di daxuyaniyekê de ku kopiyek bo BasNew hate şandin ragehand: “Ji seet 15.30 de li ser bangewaziya kesayetî û şêxên eşîreyan agirbiet hate ragehandin.”
Ji aliyekî din ve çavkaniyekê ji Qamişlo ji BasNews re ragehand: “Sibeha duh şandek bilind a Îranî ji paytexta Sûriyê Dîmeşiq gihştin Qamişlo, Berpirsê Kesa Huzbulah Hacî Mihdî jî din nav de bû.”
Wê çavkaniyê got: “Sibe wê cihê nişteciyên çargoşeya emnî ku di bin deselata milîsên Esed de ye were guhertin, herwiha ferman jî hatiye dank u çekdarên Mihemed Faris ji taxa Tey vekişin û radestî PYDê bikin.”
Berî niha Asayiş ragehandibû ku şer û pevçûn di du rojên derbasbûyî de li Qamişlo di encama şer û pevçûnan de, 7 şervanên Kurd û 17 kesên sivîl şehîdbibûn.
Derbarê vê mijarê Îro Serokê Herêma Kurdistanê MEsûd Barzanî ferman da ku hemû nexweşxaneyên Herêma Kurdsitanê têkevin amadebaşiyê de jibo pêşwaziya birînadarên bajarê Qamişlo.
Basnews
