• Saturday, 21 February 2026
logo

PDK û PYD bi hev re li Rûsya

Gulan Media April 22, 2016 Nûçe
PDK û PYD bi hev re li Rûsya
Şandên her du partiyên Kurdistanî PDK û PYDê bo beşdarîkirin di konfranseke Partiya Rûsyaya Adil de li paytexa wî welatî, bajêrê Moskowê amade bûne.

Peyamnêrê Rûdawê li Moskowê Xalid Hisên ragihand, îro înê 22ê Nîsanê Partiya Rûsya Adil konfrasek li paytextê Rûsya bajêrê Moksowê lidarxist ku şandên hejmarek partiyên cîhanê jî têde li ser vexwandina wê partiyê amade bûne.

Xalid Hisên got, di konfransa Partiya Rûsyaya Adil de mijrên weke dadperweriya (edaleta) civakî, siyaseta aboriya cîhanê û berjewendiyên nişîtmanî yên Rûsyayê bi hûrgilî ve dê bên nirxandin.

Peyamnêrê me amaje bi wê jî kir: “Di konfransa Partiya Rûsyaya Adil de, ji Başûrê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi fermî beşdarî di konfransê de kiriye ku Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê beşdar e û ji Rojavayê Kurdistanê jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdar e, ku Hevserokê PYDê Salih Muslim beşdarî têde kiriye.”

Partiya Rûsyaya Adil salane vê konfransê lidar dixe ku têde çendîn partiyên cîhanî beşdar dibin û li ser mijar û pirsên germ ên cîhanê û deverên gotûbêjan dikin.

Rudaw
Top