Barzanî li ser şerê Qamişlo fermanek bilez derxist
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, îro înê Serokê Herêma Kurdistanê biryarek derxist û têde ferman da hemû nexweşxane û binkeyên tendirustî yên Başûrê Kurdistanê ku bikevin alarmê û xwe ji birîndaran şerê Qamişlo re amade bikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hemû nexweşxane û binkeyên tendirustî yên Herêma Kurrdistanê ketin rewşa alarm û amadebaşiyê bo wergirtin û çareserkirina birîndarên bûyerên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.”
Barzanî herwiha ferman kiriye, ku jibo hawarçûn û pêşwazîkirina birîndarên şerê Qamişlo hemû cure alîkarî û hêsankarî bên kirin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Serokê Herêma Kurdistanê gişt dezgehên têkildar ên Herêma Kurdistanê bi wê yekê erkdar dike, ewa ku pêwîst be bi mebesta alîkarî û hêsankarî bo hawarçûn û pêşwazîkirina birîndaran û dabînkirina hemû pêwîstiyên çareserkirina wan.”
Rudaw
