MÛSIL - 600 kes teslîmî Pêşmerge bûn
Revîna xelkê ji deverên bin desthilata DAIŞê berdewam e û ber bi zêdebûnê ve diçe. Duh pênşemî 21ê Nîsanê zêdetirî 600 welatiyên sivîl ji bajarê Mûsilê yê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de reviyan û xwe gihandin deverên Kurdistanî û teslîmî Hêzên Pêşmerge yên li Eniya Mexmûr bûn.
Kesên ku karîne xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin û bigihin cihên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de, ji Rûdawê re axivîn û ragihandin, ku li nav bajarê Mûsilê ti jiyan nebûne û di bin guvaşa zêde ya çekdarên DAIŞê de bûne.
Herwiha wan kesan dan xuyakirin, ku ew li Mûsilê bê kar mabûn û zarokên wan birçî diman û blindest bûn.
Di nav kesên ku direvin, pirranî jin û zarok hene. Biryar e piştî hewandina wan kesan bi awayeke demî, ew welatiyên ereb li kampa Dîbege li Hewlêrê bên bicihkirin.
Rudaw
