• Saturday, 21 February 2026
logo

Ahmet Turk: Bila Barzanî wek lîderê Kurdan bikeve deverê

Gulan Media April 22, 2016 Nûçe
Ahmet Turk: Bila Barzanî wek lîderê Kurdan bikeve deverê
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê daxwaza ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, ku bo rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aştiyê dest bi tevgerê bike.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdîmê Ahmet Turk di daxuyaniyeke rojnamevanê de daxwaza ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, ku bo bidawîkirina şer û rewşa aloz a li Ba Kurdistanê wek rêbereke Kurdan rola xwe bibîne.

Ahmet Turk ji Barzanî xwast, ku bo rawestandina şer û pevçûnan û destpêkirina proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê destpêşxeriyekê bike.

Turk ji rojnamevan re got, çarenivîsa Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye û gerek roj bi roj gotûbêj û diyalog di navbera Kurdan de bo çareserkirina arîşeyan berfirehtir bibe.

Turk herwiha anî ziman, ku li Bakurê Kurdistanê di nav gel de jî daxwazekê wisa heye, ku Barzanî wek lîdereke Kurdan rola xwe ya erênî di bidawîkirina şer û pevçûnan de bibîne.

Hevseorkê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê anî ziman, ku eger Kurdên Bakurê Kurdistanê bên tepeserkirin, piştre dê arîşe rastî Kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bên.

Rudaw
Top