Qamişlo – Zîndana Elaya kete destê YPG û Asayişê
Îro li bajarê Qamişlo şer û pevçûnên tund di navbera hikumet, milîsên wê li aliyekê û hêzên Asayiş û şervanên YPGê li aliyekê din de qwimîn.
Li gor zanyariyên ji nav bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê îro di berdewamiya şerê navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayişê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li navenda bajarê Qamişlo, zindana Elaya ji aliyê hêzên Asayiş û YPGê ve hat kontrolkirin û 67 endamên hêzên Asayişa Hikûmeta Sûriyê xwe teslîmî şervanên Kurdî kirin.
Heta niha 30 çekdarên ser bi hikumeta Sûriyê ve hatin kuştin û 6 kesên sivîl şehîd ketin û 20 jî birnîdar bûne.
Herweha teqînek jî çêbû ku DAIŞê pêk anîbû û têde 4 endamên Asayişa Qamişlo ya girêdayî Rêveberiya Xweser birîndar bûn.
Ji aliyekê din ve Leşkerên Sûriyê ji fewca Terteb û balafirxaneya Qamişlo taxên ku di destê hêzên Kurdî de ne, topbaran dike.
Rudaw
