Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Swîsre kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraq û Sûriye û her wiha şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmerge û amadekariyên ji bo azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û Cîgirê Wezîrê Derveyê Swîsre behsa girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe û welatên dost kir û pesnê qurbanîdan û rola hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê terorîstan û her wiha parastina pêkhatan û hewandina koçberan kir.
Li beşekî dinê civînê de behsa hereşeya teror û hizra tundrewiyê kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku çanda gelê Kurdistanê çandeke lêborînî û aştî û pêkvejiyane û rê nade bi tu awayekî hizra tundrewiyê û terorê li nav Kurdistanê da cîh bigre û geş bike.
Her li vê kombûnê da di derbarê jiyana koçber û penaberan de danustandina bîr û ramanan kirin û behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û destûr û meseleya şeraket û dîroka Iraqê kirin û Serok Barzanî nêrîn û siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê û paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo şanda mîhvan şîrove kir.
