Weqfa Mafên Mirovan: Li Bakurê Kurdistanê 388 sivîl hatine kuştin
Weqfa Mafên Mirovan li Tirkyê (TIHV) raghand ji 16-8-2015an heya 20-4-2016an li 22 navçe û bajarokên Bakurê Kurdistanê 65 caran qedexeya hatinûçûnê hatiye îlankirin.
Weqfa Mafên Mirovan di raporê de aşkere kir ku ji 16ê Tebaxê heta niha di nava 249 rojan de herî kêm 338 sivîl hatin qetilkirin û jê 78 kes zarok in. Weqfê da zanîn ku temenê 30 qurbaniyan bi ser 60 re ye.
Weqfa Mafên Mirovan li Tirkyê di dawî rapora xwede amaje dike ku 200 welatî di malên xwede bi çekan hatine kuştin û 182 ji bi tank û topan hatine kuştin û 18 jî di şerî de di malên xwede hatine kuştin.
Herwiha Weqfa Mafên Mirovan li Tirkiyê di rapora xwede bal i ser wê yekê bi sedema ragihandina qedexeya hatinûçûnê û operasyonan li 22 navçe û bajarokên Tirkiyê milyonek û 642 hezar kes ji mafên bingehînyên jiyanê bêpar mane.
Rudaw
