• Saturday, 21 February 2026
logo

Barzanî heyetek şande Rûsya

Gulan Media April 21, 2016 Nûçe
Barzanî heyetek şande Rûsya
Şandeke PDKê bi nûneratiya Barzanî serdana Rûsya kir.

Îro çarşemî 20ê Nîsanê şandeke pilebilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî gihîşt bajarê Moskow ê paytextê Rûsyayê.

Hêmin Hewramî li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Facebookê de ragihand, ku şandeke PDKê bi nûneratiya Barzanî û bo beşdarîkirin di kongreya Partiya Rûsyaya Adil de gihîşt Moskowê.

Hewramî herwiha daye xuyakirin, ku her yek ji Ebduselam Zêbarî û Xoşewî Mela Îbrahîm jî bi wî re serdana Rûsya kirine û ew di kevana kongreya Partiya Rûsyaya Adil de çend civînan pêk bînin.

Derbarê vê serdanê de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsya Aso Şêx Cengî ji Rûdawê re got: “Em wek nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdarî hatina şanda PDKê ne ku her yek ji Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî, Ebduselam Zêbarî û Xoşewî Mela Îbrahîm êvariya îro çarşemî gihîştin Moskowê.”

Aso Şêx Cengî herwiha got: “Serdana partiyan bo Rûsya serdanên asayî ne û her sal tên kirin.”

Rudaw
Top