• Saturday, 21 February 2026
logo

ROJAVA - Makezagona federasyonê tê nivîsandin

Gulan Media April 19, 2016 Nûçe
ROJAVA - Makezagona federasyonê tê nivîsandin
Li Rojavayê Kurdistanê amadekarî bo nivîsandina Makezagona Herêma Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê tên kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê xebatên bo nivîsandin û amadekirina Makezagona Herêma Federal a Rojava-Bakurê Sûriyê berdewam in û dê di rojên dahatî de bi awayekê fermî nivîsandina makezagonê dest pê bike.

Li gor zanyariyan, roja yekşemî 24ê Nîsanê Komîteya Hevpeymaniya Civakî ya ku ji aliyê Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê ve hatiye pêkanîn, dê bicive û têde raport, têbînî û pêşniyarên li ser sîstema federaliyê gotûbêj bike.

Komîteya Hevpeymaniya Civakî di civîna yekemîn a Desteya Rêxistinî ya Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê de, ku di 23 û 24ê Adarê de li bajarokê Rimêlan ê li Kantona Cizîrê hat lidarxistin, hatibû avakirin.

Komîteya Hevpeymaniya Civakî ji 11 endaman pêk tê û hatibû erkdarkirin, ku bi partiyên siyasî, saziyên sivîl, welatiyên herêmê û saziyên îdarî yên Rojavayê Kurdistanê re bicive û nêrîn û pêşniyar û têbîniyên wan li ser sîstema federaliyê û makezagona wê herêmê kom bike.

Komîteya navborî dê 5 rojên din yanî di 24ê Nîsanê de bicive û derbarê nêrînên komkirî yên parî û aliyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl û pêkhateyên netewî, olî û mezhebî yên herêmê de gotûbêjên xwe dest pê bike.

Di civîna roja 24ê Nîsanê de, biryar e qonaxa duyemîn a amadekirina Makezagona Herêma Federal dest pê bike. Di qonaxa duyemîn de dê bi fermî karê nivîsandina makezgonê were destpêkirina.

Pêştir Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê biryar dabû, ku di navbera 6 mehan de karê nivîsandina makezagonê bê bidawîkirin.

Piştî ku komîte reşnivîsa Makezagona Herêma Federal amade bike, dê pêşkêşî Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê bike.

Roja pênşemî 17ê Adarê di kongireyeke berfireh de li bajarokê Rimêlanê ku 200 nûnerên hemû pêkhetayên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê amade bibûn, sîstema federalî li Rojava û Bakurê Sûriyê hat ragihandin.

Rudaw
Top