• Saturday, 21 February 2026
logo

Şirnex - Kuştî û birîndarên leşkerên Tirkiyê bûn 8 kes

Gulan Media April 19, 2016 Nûçe
Şirnex - Kuştî û birîndarên leşkerên Tirkiyê bûn 8 kes
Li bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê pevçûnek derket û di encamê de 2 leşkerên tirk hatin kuştin û 4 leşker û 2 polîs jî birîndar bûn.

Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ku hêj operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û qedexeya derketina derve berdewam e, pevçûn derket.

Pevçûn li taxa Bahçelievler a Şirnexê qewimî. Bûyer di demekê de derket, ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li vê taxê derbas dibûn û bombeyek vedayî li ser rêya wan teqiya.

Di encama pevçûnan de 6 leşkerên û 2 polîsên Tirkiyê birîndar bûn.

Leşker û polîsên birîndar bi rêya ambulansên zirhî veguhastin nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê, ji ber giraniya birînên wan, 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, ku her du jî efser in.

Li navenda bajarê Şirnexê ji 14ê Adarê ve heya niha qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bê navber operasyonên lidar dixin.

Rudaw
Top