Amerîka piştîwanî li çaksaziyên Kurdistanê dike
Li gor zanyariyên çavkaniyekî ji wan dosyayan agahdar, piraniya dosyayan ji desteya destpakî re hatine pêşkêş kirin û li ser kar tê kirin û dema ku ew dosyayane temam bibin, pêşbînî tê kirin gelek tometbar dibe ku bêne girtin. Bi taybet di qada berhemanînê de gelek dosya hatine pêşkêş kirin, ku li Herêma Kurdistanê piraniya gendelî û karên ne li rê di vê qadê de hatiye kirin.
Li gor zanyariyên heman çavkaniyê, konsolxaneya Amerîkayê serdana desteya destpakî ya herêma Kurdistanê kiriye û konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Matthias Mitman, ji serokê desteya destpakiyê re piştgirya xwe ya bi temamî ji bo vê piroseyê aşkera kiriye û gotiye welatê wan amadeye jibo alîkarî û rahênan û bi bingehkirina hêza mirovî jibo hember gendeliyê û pêngavên çaksaziyê.
Li gor zanyariyên BasNewsê, pirsa çaksaziyê di derbarê leşkerî û Pêşmerge û hêzên navxweyî de jî, di demekî nêzîk de destpê dike. Ew jî piştî ku serokê Herêma Kurdistanê ferman da wezareta Pêşmerge, ku destvekirîbin bo hemberhatina gendeliya îdarî û ew belgeyên ku tên xwestin û li ber destbin radestî desteya destpakiya Herêma Kurdistanê bikin.
Cîgirê serokê lijneya Pêşmerge li parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mistefa ji BasNewsê re ragehand, pêwîste yekem cîhê çaksazî tê de pêkbê qada leşkerî be. Diyar kir: ‘’Pêşmerge li hember dijminê herî hov di şer de ye û hindek kes jî li ser hesaba jiyana wan kesên ku qurbanî didin mijûlî berhevkirina pare ne.’’
Amaje bi vê jî kir, di warê bilind kirina paye, gendelî karê ne yasayî hatine kirin û heye jî di aliyê qanûnê ango zagonî de paydar kirin mafê xwe ye, lê nehatiye kirin û hatiye rawestandin. Heye jî payeya wî bi awayekî dervey zagonan hatiye bilind kirin.
Di heman demê de emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge li hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji BasNewsê re aşkera kir, ew wekû wezareta Pêşmerge, encûmenekî bilind yê wan heye û her hefteyekî dicivin û her fermanekî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve derkeve, kar li ser dikin û got: ‘’Di civînên dema borî de û bi amadebuna berpirsên bilind ên wezaret û fermandarên her dû yekeyên 7 û 8, piraniya babetên peyvendîdar ên taybet bi pêdaçûna saziyan û destnîşan kirina pirsgirêkan û danana plana herî guncav jibo çareseriya pirsgirêkên saziyan û pêdaçûn li ser lîsteya xanûnişînan gotûbêj hatiye kirin.’’
Li gor zanyariyên di dest de, heta naha desteya destpakî li ser 21 dosyayên taybet kar dike, ku du hefte berî naha ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hate şandin, ku rêveberên giştî, cigar û çend rêveberên bank û li gel 4 berpirs di rêveberiya koç û koçberan li Silêmaniyê û yekî din jî bi heman awayî bi tometa pare xwarina penaberan li Hewlêrê wekî tometbar hat girtin.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, heta naha ji aliyê dadweran ve gelek doz li dijî tometbaran amadeye û di demekî nêzîk de fermana girtina wan kes û berpirsên wê derbikeve, ku ji aliyê îdarî û li gor dosyayên ku lêkolîn li ser hatiye kirin tometbarin bi gendeliyê ve.
Basnews
