Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzdî pîroz kir
Kurdên Êzdî mînakeke diyarê berxwedan û xweragiriya gelê me ne û ji bilî wan hemû hewlên qîrkirinê, Kurdên Êzdî gelek bi wêrekî û azayane bergiriyê li nasnameya Kurdayetiyê kirin û hîç dijminek nekariye Kurdên Êzîdî ji nav bibe û nasname wan jê bibe. Pabendbûna wan azîzan bi nasnameya Kurdayetiyê û ola wan, çekekî bi hêz bû ku tenê dilreqî û dirindeyî û hemû karên nemirovaneyên terorîstên Da'îş di dema dagîrkirina devera Şingalê, nekarî îradeya wan beşê azîzên gelê me têkbişkîne.
Li helmeta azadkirina Şingalê jî ji aliyê Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê ve, dema sedan zarok û gedeyên Kurdistanê ji Xaneqînê ve heta Zaxo bi çekê şerefa Pêşmergayetiyê ji bo azadkirina devera Şingalê xwîna xwe ya geş rijandin ser axa wê deverê û şehîd bûn, xwîna wan şehîdan peyama rûn bû û carekî din Kurdên Êzdî li bin ala Kurdistanê da bi dost û dijminan ragihand ku ew beşekî veneqetayî ya gelê Kurdistanê ne.
Li cejna serê sala Êzdî da tekez li wê yekê dikin ku bi hemû şiyanek ve palpiştiyê li xuşk û birayên Êzdî dikin û divê ew bi xwe biryarê li çarenûsa xwe bidin û rê nadîn hinek kes çarenûsa wan diyar bikin û sûrîn li ser parastina wan û dabînkirina paşarojeke dûrî li nexweşî û çewsandinê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19/04/2016
