• Saturday, 21 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cejina Çarşemba Sor pîroz dike

Gulan Media April 19, 2016 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cejina Çarşemba Sor pîroz dike
Cejina serê sala Îzîdiyan – Çarşemba Sor ya kurdên Êzîdî li rêzdaran Mîr û Babeşêx û Civata Rohanî û Lalişa nûranî û hemû xuşk û birayên Êzîdî pîroz be, bi hêviya vê yekê ev cejne bibe xêr û xweşî ji bo Kurdistanê, bi taybetî ji bo xoşk û birayên Êzîdî.

Em di demekê de, vê cejnê pîroz dikin û şehîd û qurbaniyên Îzîdî bi bîr tînin û gelek bi başî hest bi êş û jan û serhatiyên êzîdiyan dikin. Em hêvîdar in ev cejne bibe gavek ji bo çareser kirin birîn û êşên ku bi serê kurdên êzîdî hatiye û girtiyên wan ji destê terorîstan rizgar bibin û koçber jî bo cih û warê xwe vegerin.

Hikûmeta Herêma kurdistanê di hewlên berdewam daye ji bo vê yekê hemû tawanên li hember kurdên êzîdî, bi cinusayd bihe naskirin. Her wiha bi hemû awayekê jî li ser rizgar kirina xuşk û birayên me yên êzdî ji destê terorîstanberdewam dibe. Her wiha bi berdewamî hewlê dide bi alîkariya civaka navneteweyî, deverên rizgarkrî bi awayekê giştî û deverên kurdên êzdî bi taybet, bihêne avedankirin û aramî û asayş têda bihê bi cih kirin.

dubare cejna sersala êzdîyan -çareşemba sor li hemû xuşk û birayên kurdên Êzdî pîroz be.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

19 - 4 - 2016


Top