• Saturday, 21 February 2026
logo

Lavrov: Bi tenê Tirkiye li dijî Kurda ye

Gulan Media April 19, 2016 Nûçe
Lavrov: Bi tenê Tirkiye li dijî Kurda ye
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku tenê hikûmeta Tirkiyeyê li hemberî tevlîbûna PYDê ya hevdîtinên Cenevreyê derdikeve.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku tenê hikumeta Tirkiyeyê li hemberî tevlîbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya hevdîtinên Cenevreyê derdikeve. Wezîfeya me ya sereke ev e ku em hewl bidin hemû nûnerên Sûriyeyê tevlî hevdîtinên Cenevreyê bibin. Niha tenê Tirkiye dibe asteng ku YPG tevlî hevdîtinan nebin û qanihkirina wan jî dikeve stuyê havlbendê wê yê Amerîkayê.

Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Ne rast e ku ji bo hevdîtinên Cenevreyê em bi Amerîkayê re civînan dikin. Dibejin Amerîka û Rûsya bi dizî hevdîtinan dikin û dê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad bypass bikin, ne rast in. Tenê gelê Sûriyeyê dikare biryara pêşeroja Beşar Esad bide.'

Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got:'Hê jî grûbên terorîst ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin. Ev problemeke ku kevn bûye, lê hê jî Enqere terorîstan xwedî dike. Tirkiye dev ji vê helwesta xwe bernade û rasterast dibêje û dixwaze midexaleyeke leşkerî bike. Gelek nêrînên wekî herêma ji firînê re qedexe û herêma ewle davînê holê. Bi rastî bêdengbûna Yekîtiya Ewropayê li hemberî van nêrînan me dixe metirsiyê.'

Top