Obama dema rizgarbuna Mûsilê diyar kir
Serokê Amerîkayê Barack Obama di hevpeyvînekî li gel CBC news a Amerîkayê de, roja 19.04.2016 ragehand, welatê wan alîkariya zêdetir wê bide hêzên Iraqê û Iraqî xwe ji bo rizgarkirina Mûsilê amade dikin.
Barack Obama tenê şer kirina leşkerên Amerîkayê red kir û ragehand, leşkerên Amerîkayê, perwerde û rahênana hêz û bi hêzên taybet ve piştîwanî kirin, herwaha zanyariyên îstixbaratê û bi balefirên şer ve wê beşdarî li şer ê rizgarkirina Mûsilê bikin.
Serokê Amerîkayê amaje bi vê kir, ku di dawiya sala 2016ê de wê Mûsil bê rizgar kirin û DAIŞ li Iraqê berbi tinebûnê ve biçe.
Roja dûşemê 18.04.2016 wezîrê berevenayê Ashton Carter ragehand, welatê wan wê 415 milyon dolar pare, di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de wê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bike.
Rudaw
