DAIŞ ji sedî 80 kampa El-Yermûk kontirol dike
Derbarê berdewambûna kontirolkirina DAIŞê ji kampa El-Yermûk ya ku, dib destê çekdarên Cebhet El- Nûsrayê de ne, Rewngeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kir ku ji sedî 80 ji wê kampê ketiye bin destê DAIŞê de.
Li gor zanyariyê Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman, berî niha her du aliyan xalên pişkinînê yên hevbeş li wê kampê hebûn, lê heta niha wan sedema şerê her du aliyan aşkere ne bûye.
Li gor berpirsê Tevgera Fetih Semîr El-Rifayî ku, ji rojnameya Şeriq E-Ewsed re ragehandiî sedema şerê wan ewe ku, DAIŞê rêjeya herî zêde ji wê kampê kontirolkir.da zanîn ku, armanca DAIŞê ewe ji Şamê nêzîk bibe.
Tê zanîn ku, 10 hezar welatiyên sivîl li kampa El- Yermûk dorpêçkirîne.
K24
