• Saturday, 21 February 2026
logo

Li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî û Wezîrê Bergiriyê Amerîka rewşa meydaniya bereyên şer û hevkarîkirina Pêşmerge nirxandin

Gulan Media April 18, 2016 Nûçe
Li peywendiyekî telefonî da Serok Barzanî û Wezîrê Bergiriyê Amerîka rewşa meydaniya bereyên şer û hevkarîkirina Pêşmerge nirxandin
Êvariya roja dûşem 18.04.2016 Ashton Carter Wezîrê Bergiriyê Amerîka ku bi serdaneke li heman rojî da gihîşt Bexda, li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Bergiriyê Amerîka behsa wê yekê kir ku bi sedema bernameya têr û tijeya karên xwe nekariye serdana Hewlêrê bike û balkişand li ser serdana xwe ya berê ya Herêma Kurdistanê û her wiha balkişand li ser wan sozan ku ji bo yarmetîdana Pêşmerge li serdana meha 12 ya sala derbasbûyî li gel Serok Barzanî da behs kiribû.

Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Bergiriyê Amerîka Serok Barzanî ji wê yekê agahdar kir ku ew sozên ji bo yarmetîdan û hevkariya Pêşmerge ji aliyê Amerîka ve hatibûn dayîn xistine warên bi cîhkirinê.

Li beranber da Serok Barzanî ji bo piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê spasî hewl û keda Wezîrê Bergirî û berpirsên dinê Amerîkayê kir.

Her li vê peywendiya telefoniyê da behsa peywendiya dû qoliya her dû aliyan kirin û di derbarê rewşa meydaniya bereyên şerê dijî terorîstan li Iraq û Sûriye û her wiha amadekariyên ji bo operasyona azadkirina Musilê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top