• Saturday, 21 February 2026
logo

Fîgen Yuksekdag:Dibe me ji parlamentoyê derxin û bavêjin zindanê

Gulan Media April 18, 2016 Nûçe
Fîgen Yuksekdag:Dibe me ji parlamentoyê derxin û bavêjin zindanê
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fîgen Yuksekdag ragehand ku, dibe wan ji parlamentoyê derxin û bavêjin zindanê lê, ev bêehlaqiya wan dê serê wan de biteqe.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan Fîgen Yuksekdag beşdarî Kongreya bajarê Manîsa ya Partiya xwe bû û derbarî rakirina parêzbendiya parlamentertiya HDPê de got, dibe ku me ji parlamentoyê derxin û bavêjin zindanê lê, ev bêehlaqiya wan dê serê wan de biteqe.

Yuksekdag wiha axifî û got:"Rakirina parêzbendiya parlamentertiyê kêrê çi tê. Hun di nav koşkan piştî dîwarên bilind, çiqas dixwazin ewqas guhên xwe bigrin. Lê em ê van rastiyan her tim bêjin. Em ê her tim rûyê we yê qirêj aşkere bikin.

Em cihê xwe û refê xwe dizanin. Niha her sê partî gihîştine hev û rezalet û rûreşiya xwe bixin dengdanê. Êwê bêehlaqiya xwe têxin dengdanê. Ewê deng bidin rûreşî û dawiya xwe. Tu carê ewê nikaribin vê rûreşiyê ji dîroka xwe paqij bikin.

Eger hevkariya wan ya antîdemokratîk heye

Hevkariya me ya gelan heye, îradeya me ya demokratîk heye.

Yên ku li pêş qesrê ketine rêzê, yên di ramana faşîzmê de gihîştine hev, wê rûpelek reş li ser dîroka xwe ya reş zêde bikin."

Dibe ku parêzbendiya me rakin

Dibe ku ma bavêjin zindanan, lê arama bin û bawer bin.

Emê bi berxwedana xwe ku hêza xwe ji gel digre, vê êrişa derehlaqî berovajî bikin û li serê wan bixin."

K24
Top