• Saturday, 21 February 2026
logo

CHP: pêvajoya aştiyê dê demeke kurt de destpê bike

Gulan Media April 18, 2016 Nûçe
CHP: pêvajoya aştiyê dê demeke kurt de destpê bike
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Erdal Aksunger ragehand ku, pêşveçûnên herêm û Tirkiyê nîşan didin ku, pêvajoya çareserkirina kêşeya kurdî di demeke kurt de, wê dîsa dest pê bike.

Aksunger, tevî parlamenterê Denîzlî yê CHPê Îlhan Cîhaner, piştî hin hevdîtin û lêkolînan li avahiya Serokatiya CHPê ya Adanayê de, civînekê çapemenî li dar xist.

Aksunger got, piştî serdana Serokomar Erdogan ya Amerîkayê, li Tirkiyê guhertinên girîng rû didin û îdîa kir ku, di nava 3-4 mehan de pêvajoya çareserî wê dîsa dest pê bike.

Aksunger da zanîn ku, piştÎ serdana Amerîkayê bi awayekî balkêş pêwendiyên Tirkiyê û Îranê baş bûne û heta 4-5 mehan, êdî PYD jî wek rêxistinekê terorê neyê dîtin.

K24
Top