• Saturday, 21 February 2026
logo

Ebadî daxwaza civîneke awarte dike

Gulan Media April 18, 2016 Nûçe
Ebadî daxwaza civîneke awarte dike
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz dike ku îro encûmena nûneran bo derbaskirina krîzên niha yên Iraqê, bicive.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand ku derbaskirina şerê li dijî DAIŞê û pirsgirêkên emnî û aborî yên Iraqê pêwîstiya wan bi yekxistina hewlan heye.

Ebadî di daxuyaniyê de soz daye ku ewê berdewam be li ser proseya xwe ya çaksaziyê û ragihand ku guherîna kabîneya wezarî beşeke ji proseya giştgîr ya çaksaziyê û hemû ajans û desteyên serbixwe jî digre ber xwe.

Serokwezîrê Iraqê eşkere dike ku ew li benda encûmena nûnera ye ku rola xwe ya çavdêrî û yasadanînê bilîze û di çend rojên pêş de deng li ser guhertinên wezarî bide.

Heyder Ebadî daxwaz dike ku encûmena nûneran bicive û beşdar be di çareserkirin û derbaskirina wan pirsgirêk û krîzan de ku rûbirûyê Iraqê bûne.

Rudaw
Top