Hêzên Ewlekariyên Iraqê deriyê 5 wezaretan daxistin
Li gorî nûçeyên ragehandina Iraqê, xwepêşanderan xwe li derdora her 5 wezaretên Derve, Avakirin û Niştecçbûnê, Kehreba, Bazirganî û wezareta tendurûstî pêçane. Herwiha xwepêşander li derdora emaneta Bexda jî kombûne, Hikûmeta Iraqê jî di wê metirsiyê de ku welatî derbasî wan deveran bibin.
Bêhtirê xwepêşanderan alîgirên Rewta Sedir in, piştigiriya beşekî ji parlementeran dikin û daxwazê dikin hersê serokatiyên Iraqê dest ji kar bikşînin û werin guhertin.
Jibo parastina baregehê emaneta Bexda û wezaretên navborî, hêzên ewlekariyên Bexda li wan cihan çîgirbûne û dergehên wan daxistine.
Basnews
