• Saturday, 21 February 2026
logo

Fûad Masûm pêwendiyê ligel Barzanî dike

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Fûad Masûm pêwendiyê ligel Barzanî dike
Serokomarê Iraqê ligel beşek ji hêzên siyasiyên Iraqê dicive û pêwendiyê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî re dike.

Li gorî zaniyariyên BasNews, jibo ku rewş ji wilo xirabtir nebe, îro 17 Nîsanê Serokomarê Iraqê Fûad Masûm, ligel beşek ji serkirdeyên hêzên Iraqî civiya, Parlementerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Bexda Newzad Resûl ji BasNews re ragehand: “Serokomarê Iraqê hewldanên rijd dide jibo beşek ji serkirdeyên partiyên Iraqê bibîne ku, têpêşbînî kirin Serokê Encumena Bilind a Isalmî Emar Hekîm jî di nav wan de be û piştre jî dê hejamrek ji serokên partiyan bibîne.”

Navborî ew jî eşkere kir: “Fûad Masûm berdewam pêwendiyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dike, herwiha ligel hêzên siyasiyên Kurdistanê jî bi heman şêwe, jiber rewşa Iraqê li ser mala Kurdî ferz dike ku yekrêziya xwe biparêze.”

Basnews
Top