• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkimanên Sûrî: Kuştina Kurdan helale

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Tirkimanên Sûrî: Kuştina Kurdan helale
Tirkimanên Sûrî dibêjin Kurd kafirên û kuştina wan helale.

Hêzên terorîst yên tirkimanên Sûriyayê ên ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê hatine pirçekkirin û Tirkiye hevkariya wan dike, îro derbarê bordiman û topbaran kirina taxê Şêx Meqsûd ya li Helebê de daxuyaniyek weşand.

Ev terorîstên han yên ku xwe bi eniya îslamî ya Tirkimanan didin nasîn di daxuyaniya han de eşkere kirine ku Kurd kafirên lewre kuştina wan helale û erkekî oliye.

Ji aliyeke din ve her îro opozîsyona sûriyayê yaku ji terorîstan pêk hatiye li Cenevê eşkere kir ku topbaran kirina taxê Şêxmeqsûd karekî asayiye û lazime ev topbaran û bordimana han were domandin.
Top