Serok Barzanî li gel kesayetî û Serok Hozên Navçeyên Hewîce, Daquq û Reşad civiya
Li kombûnê da kesayetî û Serok Hozan ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin, her wiha spasî Pêşmergeyên Kurdistanê û Dezgehên Emniyên Kerkûkê kirin ku canê xwe ji bo parastina asayîşa Kerkûkê û navçeyên dewrubera wê xistiye ser dest û rê nedane merama dijminan ya têkdana birayetiya di navbera pêkhatên wan navçeyan pêkbê.
Kesayetî û Serok Hozên navçeyên Hewîce û Daquq daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku ji bo azadkirina navçeyên xwe yên li bin destê Da'îş de rê bide wan û roleke wan ya bi bandor hebê û dixwazin mil bi milê pêşmerge beşdarî şerê azadkirina navçeyên dewrûbera Kerkûk û parastina asayîşa navçeyê bikin.
Şanda mîhvan eve jî xisterû ku ew şanaziyê bi rola serkirdayetiya Serok Barzanî dikin û baweriyeke tevahî jî bi hêzên Pêşmerge û dezgehên emnî heye û li gel her hengavek dane ku parastina asayîşa Kerkûk û navçeyên dewruber de pêwîst bibe.
Şanda mîhvan spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kirin ku ji bilî doxa şer û rewşa xerapa aborî, hejmareke zêdeyê koçberan û xelkê dewrubera navçeyên bin dagîrkeriya terorîstan himbêz kirine û Kurdistan bûye malekî aram ya lêqewimiyan.
Li beranber da Serok Barzanî li gotarek da ji bilî bi xêrhatina Serok Hozên navçeyên Hewîce, Daquq û Reşad, tîşk xiste li ser rewşa deverê û behsa reftarên çepelên rêxistina terorîstiya Da'îş beramber xelkê wê deverê kir û daxwazê ji amadebûyan kir ku hemahengiya wan ji bo birayetî û pêkvejiyanê hebê û tekez li ser peywendiya dîrokiya di navbera Kurd û Ereban kir û ragihand: Her wekî berê jî min tekez kiriye, çarenûsa Kerkûkê di destê xelkê Kerkûkê deye û li paşarojê jî da ew bi xwe bi azadî biryarê li ser didin û divê hemû aliyek jî rêz li biryara xelkê Kerkûkê bigrin.
Her li vê civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê wê yekê bi bîra amadebûyan anî ku bi dirêjahiya xebata rizgarîxwaza Kurdistanê tu demekî rê nedane şer û berxwedan li beranber Hikûmetê bê kirin şerê Kurd û Ereb, terorîstên Da'îş xwestin bigihin wê merama xwe û hinek kes jî ku wiha bawerbûn bi vê rêyê digihin armancên xwe û şer bikin şerê Kurd û Ereb, her wiha xwe wekî rizgarkerên Erebê Sunne pîşan dan, paşê derket ku Da'îş ji bilî kavilkariyê tiştekî din pêşkêşî navçeyên Sunnenişînan nekir û sivkayetiyê jî bi bihayên Erebî jî kir. Mixabin di destpêkê de beşek ji eşayîr nepakiyê li bihayên Erebî kir, niha divê hûn bi kirdarî baweriyê bidin ku ew tiştên rûdane li rewşt û edeba Erebî da tûne. Tekez jî kir ku ewê destê wî li gel Da'îş de hebûbê û hevkariya Da'îş kiribê û hizra Da'îş li cem wî pesend bê, çarenûsa wan jî wekî Da'îş dibê.
Di derbarê beşdarîkirina xelkê navçeyên dewrûbera Kerkûkê ya li şerê azadkirina navçeyên wan, Serok Barzanî ragihand ku ewe baştirîn û dirusttirîn rêye û pêwîste hûn bi xwe beşdarî li azadkirina navçeyên xwe û parastina wê bikin û ji bo eve jî li gel aliyên peywendîdaran hemahengî dihête kirin. Serok Barzanî tekez jî kir ku pêwîste hemû rêkarek ji bo asayîkirina rewşê li ber bê girtin heta terorîst negihin armanca xwe ku têkdana birayetiya di navbera pêkhatên wan navçeyane.
Serok Barzanî tekez jî kir ku babeta hewandina koçber û lêqewimiyan beşek ji bihayên bilindên xelkê Kurdistanê û ji bilî wê rewşa giran, heta wê dema navçeyên wan têne azad kirin û vedigerin ser warên xwe, her çi li şiyana me da hebê ji bo dabînkirina jiyanekî aram ya lêqewimiyan de kêmasî nayê kirin.
Serok Barzanî tekez jî kir ku terorîst hîç paşarojeke xwe li navçeyê de tûne û ji navçûna wan tenê bi demê ve girêdayî ye û Kerkûkê jî dikin bajarê birayetî û pêkvejiyanê.
