• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel kesayetî û nûnerên çînûtuwêjên bajarê Xurmatû civiya

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Serok Barzanî li gel kesayetî û nûnerên çînûtuwêjên bajarê Xurmatû civiya
Roja yekşem 17.04.2016 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Qaymeqam û kesayetî û nûnerên çînûtuwêjên bajarê Xurmatû civiya.

Di destpêka kombûnê da birêz Şelal Ebdul Qaymeqamê Xurmatû bi navê xwe û şanda mîhvan ji bo rexsandina derfeta hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir, her wiha li gotarek da behsa kêşe û hereşeyên emniyên niha ya li nav bajarê Xurmatû kir û eve jî xisterû ku daxwazê serekî yê xelkê Xurmatû vegerana Xurmatû ya ser Herêma Kurdistanê û dabînkirina asayîş û aramî ya nîştecihên bajare ku bi sedema hereşeyên grûpên çekdar ve jiyana wan ketiye metirsiyê.

Paşê yadaştek bi navê xelkê Xurmatu ve pêşkêşî Serok Barzanî kir ku komek daxwazî ji bo dabînkirina aramî û asayîşa bajar û baştirkirina xizmetguzariyê li xwe girtibû.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan balkişand li ser rola Serok Barzanî ya li şerê dijî terorê da û ragihand: Rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê bergiriya li Kurdistanê û şikandina terorîstên Da'îş de bilind dinirxînin û dijmineke ku hemû dinyayê bi xwe ve mijul kiriye. Her wiha hêvî xwest aliyên siyasiyên Kurdistanê li muamelekirina wan hereşeyên li ser Xurmatû heye yekrêziya xwe biparêzin.

Li beranber da Serok Barzanî li gotarek da ji bilî bi xêrhatina şanda bajar, nîgeraniya xwe ji bo rewşa emnî ya Xurmatû ragihand û tekez kir ku bi tu awayekî rê nadîn hîç planek ji bo têkdana pêkvejiyana nav pêkhatên Xurmatû ser bigrê û xelkê wî bajarî li êşan da bijîn. Daxwaz jî ji nîştecihên bajar kir ku pêkvejiyan û birayetiya di navbera xwe de biparêzin.

Her wiha Serok Barzanî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê her çi li şiyana xwe da hebê ji bo berqerarkirina aramiya asayîşa Xurmatû û dabînkirina aramî ya nîştecihên bajar de kêmasiyê nake û li gel hemû aliyên peywendîdaran guftugo dikin bo ku kêşeyên Xurmatû bi zûtirîn demî de bêne çareser kirin.

Top