• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka çareseriya krîza darayî ya Kurdistanê digerê

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Amerîka çareseriya krîza darayî ya Kurdistanê digerê
Gotûbêjê wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, ku welatê wan li du rê çareyekî digere ku alîkariya herêma Kurdistan û Iraqê bike.

Gotûbêjê wezareta derve yê Amerîkayê John Kirby, di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku: ‘’Berî çend hefteyekî wezîrê derve yê Amerîkayê John Kerry, li Iraqê bu û li gel şandekî hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê civiya ye.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Di derbarê alîkariya Kurdistanê û hêzên Pêşmerge de, em agahdarê vê krîza darayî ne, ku ne tenê herêma Kurdistanê rastî vê yekê hatiye, di heman demê hemû Iraqê ew krîz tê jiyan kirin û emê berdewam bin li rê çareyekî ku em bikarin alîkar bibin.’’

Balkêşe berî hefteyekî şandekî hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê ye, bi armanca civîn li gel berpirsên wî welatî û agahdarkirina rewşa herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge danûstandinan pêktînin.

Basnews
Top