• Saturday, 21 February 2026
logo

Dengderên CHPê yên Bakurê Kurdistanê li dijî biryara partiya xwe ne

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Dengderên CHPê yên Bakurê Kurdistanê li dijî biryara partiya xwe ne
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû demeke berê eşkera kir ku ew ê piştgirî bidin pêşnûmeya rakirina parêzbendiya parlamenteran. Ji bo pêşnûmeya ku niha ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve tê amadekirin, beriya CHPê, MHPê jî piştevaniya xwe ragihandibû. Ger pêşnûme bi dengdana li parlamentoyê bibe qanûn, hingê her dadgehek bêyî îcaze û rizamendiya Parlamentoya Tirkiyê dikare der heqê her parlamenterek de doz vebike. Li gora piraniya çavdêran, armanc tenê parlamenterên HDPê ne. Lewma dengderên CHPê yên Bakurê Kurdistanê ev helwêsta dawîn a partiya xwe çewt dibînin.

CHPê derheqê rakirina parêzbendiyan de daxuyandibû ku dê piştevaniya AK Partiyê bikin û gotibû: “Siyasetmedar bedelan didin. Em ji rakirina parêzbendiyan natirsin. Bila ya hemû parlementeran bê rakirin heta ku ya Serokwezîr jî. Em xwe nadin pişt parêzbendiyê.”

Çende parlamenerên CHPê yên weke Sezgin Tanrikulu, Mahmut Tanal û Erdogan Toprak li ser hesabên xwe yên Twitterê li dijî piştgiriya rakirina parêzbendiyê derketin.

Dengderên CHPê yên li Bakurê Kurdistanê jî nerazibûna xwe ya li hemberî partiya xwe ji Rûdawê re anîn ziman.


Alîgirê CHPê yê li Dêrsîmê bi navê Zulfu Dogan ji Rûdawê re wiha got: "Têkildarê gotûbêjên li ser parêzbendiya parlamenteran, em nêzîkatî û helwêsta CHPê rast nabînin. CHP dibêje ku ez sosyal demokrat im; lê belê ji bo azadiya derbirînê, serî li bahane û hincetên seyr dide. Bahaneya CHPê zextên AKPê be jî ev helwêsta li dijî parlamenterên HDPê li derveyî rewişta siyasî ye. Jixwe têra xwe AKPyî û MHPyî hene, ne hewce ye CHP jî biçe bikeve riya ku daxwazên wan bi cih tîne."

Têkildarî piştgiriya CHPê ji bo rakirina parêzbendiyan hinek bertek di wê astê de ne ku daxwaza destjikarkêşanê li rêveberiya partiya xwe dikin.

Kevneşaredarê CHP yê Dêrsîmê Mazlûm Arslan jî wiha got: "MHP jî dibêje ez ê hema destek bidim vê reşnivîsê, CHPya ku çepgir jî heman tiştî dibêje. Madem wisa ne. Çima CHP û MHPê piştî hilbijartinên Pûşperê nikaribûn hikûmetê ava bikin? Ev karê ku CHP dike şaş e. Ger hilbijartin çêbibe CHP êdî nikare parlamenterekî ji vir derbixe. Bi min rêveberiya CHP nikare vî karî bi rê ve bibe. Bila dest ji kar bikêşin.

Li parêzgeha ku parlamenter lê hatine hilbijartin li wir bûyer biqewimin, zarok û xelk bimirin; çawa parlamenter ji bo parastina mafên welatiyan hewl nedin. Niha rabûne dibêjin ku ´Rast e hûn ji wan bajaran hatine bijartin, lê hûn çawa mafên van mirovan diparêzin. Em ê we ji parlamenteriyê biavêjin´. Niha kê vê gotinê dibêje? Mixabin Partiya Komarî ya Gel CHP dibêje. Ev karek gellekî xirab e."

Li gora hinek alîgirên CHPê jî ger ji rakirina parêzbendiyê mebest tenê parlamenterên HDPê be, êdî xewna aştiyê jî namîne.

Alîgira CHPê Nûrsen Comert jî derbarê vê mijarê de wiha got: "Ez bawer nakim CHP pişt bide tenê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê. Nexwe, zehmet e em aştiyê sazgar bikin. Partiya me CHP partiyeke opozîsyonê ye, nabe ku em bibin pêbendê AKPê. Em nikarin wekî alîgirên CHPê yên rojavayê Tirkiyê jî tevbigerin. Li vir ji partiyên din jî ji HDPê jî nas û dost, kirîv û xizmên me hene. Partiya me partiyeke sosyal demokrat e. Heta naveroka piroje-qanûnê nebîne, pişt nadê."

Li parlamentoya Tirkiyê 45 jê HDP derbarê 129 parlamenteran de raportên lêpirsînê wate fezleke hene. Li gora rayedarên CHPê daxwaza wan nehêştina parêzbendiya hemû parlamenteran e.

Serokê CHPa Dêrsîmê Alî Riza Goder jî got: "Ji berê ve CHP dixwaze ku ji bilî parêzbendiya kursî hemû parêzbendiyên parlamenteran bên rakirin. Ev daxwaza me û erêkirina pêşnûmeya heyî ne li dijî hev in. Ger ev pêşnûmeya hanê tenê ji bo nehêştina parêzbendiya parlamenterên HDPê bûya, dibe ku hingê helwêsta me cûda bûya."

Di hilbijartinên giştî yên borî de bi rêjeya ji sedî 6ê dengan û bi destxistina nêzî 450 hezar dengî CHPê karîbû li bajarên Bakurê Kurdistanê 6 kursiyan bi dest bîne. CHPya ku jixwe li bajarên Bakur lawaz e, ji ber vê helwêsta xwe ya der barê parêzbendiyan de di hilbijartineke din de dibe ku nikaribe van kursiyan jî bi dest bixe.

Rudaw
Top