• Saturday, 21 February 2026
logo

Serdeşt bi pileya 3.8 hejiya

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Serdeşt bi pileya 3.8 hejiya
Li gor zanyariyên navenda erdhejê ya Îranê, îro serê sibê erdhejekî bi pileya 3.8 bajarê Serdeştê ya ser bi parêzgeha Urmiyê hejand.

Li gor raporta malpera Bilefetê ev erdheje saet 07:52 yê serê sibeya îro pêkhatiye û di kurayiya 10 kîlometre bin erdê de û navenda erdhejê di navbera 36 kîlometre li bajarê Serdeştê, 36 kîlometre Qeladizê û 40 kîlometre ya Silêmaniyê pêk hatiye.

Di salên berê jî çend car erdhejên sivik li bajarê Serdeştê pêkhatin.
Li gor rêveberê masa krîzê yê Serdeştê Yusif Keremî ragehandiye, di vê erdhejê de tu ziyanekî giyanî û madî pêknehatiye.

Basnews
Top