PAK: Hêza gelê me dikare rê li ber şer bigire
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik roja duh navçeya Qoser a Mêrdînê beşdarî konferansa partiya xwe ya bi navê "Rewşa Kurdistanê û helwesta PAKê" bû û têde gotarek pêşkêş kir.
Mustafa Ozçelik bi giştî behsa xebatên PAKê, sîyaseta wê ya giştî, peywendîyên wê yên li gel hêzên her çar perçeyên Kurdistanê kir.
Di axaftina xwe de Ozçelik diyar kir ku pêwîstî û rojeva kurdên Bakure Kurdistanê ya esasî îro rawestandina vî şerî ye û wiha domand:
“Jibo ku em bikaribin vî şerî rawestînin divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê yên ku sedî 90ê wê li dijî şer e divê em bikaribin bi rêxistin bikin û bi awayeke girseyî li hemberî şer em helwesta xwe danin. Jibo vê yeke jî divê hemû partî, dezgehên sivîl, seyasetvan, rewşenbîr û şexsîyetên ku şi hemberî vî şerî ne, zûtirîn wext dest bidin hev, dengê xwe û helwesta bikin yek.
Divê em ji dewletê re bêjin ev sîyaseta te ya ku eve 90 salan li ser esasên înkar û îmhayê tu dimeşînî sîyaseteke pûçe û tu dê encaman ji vê sîyasetê negirî. Bi kuştin û wêrankirinê miletê Kurd jî, daxwaza azadîya wî jî ji holê ranebe. Werin em bi rêyên sîyasî bi dîyalogan li çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bigerin. ‘’
Ozçelik bangî PKKê jî kir û got: ‘’Ev sîyaseta ku eve 9 mehê li bajaran bi navê ‘Özyönetim’ (rêveberiya xwesr) û kolandina xendekan û danîna barîkatan tê meşandin bi her awaye xwe eşkare bûye ku sîyaseteke zerarê dide gelê me û welatê me û sîyaseteke ne bi serketîye. Şerê çekdarî yê li nava bajaran gelek destkeftîyên doza azadîya Kurdistanê jî têkbirîyê. Divê zûtirin wext PKK dev ji şerê xendekan berde. Divê pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêya sîyasî, sivîl,demokratîk û dîplomasîyê bê meşandin.‘’
Derbarê referandûma serxwebpna Herêma Kurdistanê de jî Ozçelik amaje kir ku îro li Başûre Kurdistanê êdî daxwaza serxwebûne ne bes daxwazeke siyasî ye , pêwîstîyeke zerûrî, pêwîstîyeke ku hebûn û tûnebûna pêşeroja milete Kurd e û got: “Em di meşa serxwebûne de piştgirîya Serokê Herema KurdistanêRêzdar Mesud Barzanî dikin‘’
Serokê Giştî yê PAKê herwiha bangî hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê kir u got:‘’Heta ku TEVDEM,ENKS û hemû partîyên rojavayê Kurdistanê îdareyeke hevbeş ya askerî, sîyasî, aborî pêk nêynen dê nikaribin wek alîyekê bêne qebûl kirin û dê doza azadîya her lawaz bimîne. ‘’
Rudaw
