• Saturday, 21 February 2026
logo

PDK û YNK: Rifrandom mafek a dîmûkrasî ya gel ê Kurdistanê ye

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
PDK û YNK: Rifrandom mafek a dîmûkrasî ya gel ê Kurdistanê ye
Civîn a Pîlotbîro ya Partî ya Demokrat a Kurdsitanê (PDK) û Yekîtî ya Niştimanî ya Kurdsitanê (YNK) bi serperştî ya Serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî hat encamdan, herdû aliyan daxuyaniyek hevpişik belav kirin, di daxuyaniyê de haerdû alî tekez dikin ku referendum mafê suriştî yê Gel ê Kurdistanê ye.

Herwiha tekez dikin ku yekemîn welat û alî yê ku divê em referandûmê li gel wan gotûbêj bikin Iraq û aliyên iraqî ne.

Ev a xwarê jî deq a daxuyaniya heveş a PDKê û YNKyê:

Daxuyanî ya Civîn a Hevbeş a YNKê û PDKê

Xelkên Iraqê yên dilsoz..
Hêzên siyasiyên Iraq û Kurdistanê..

Di heleûmercên metirsîdar ên Iraq û Navçeyê de, di demekê de ku hêviya me hebû ku piştî hilbijartinên parlemen û hikûmeta niha ya berêz Ebadî hemû pirsgirêkên berê yên abûrî, siyasî û yasayî li seranserî Iraqê çareseriyek jibo wan were dîtin û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda werin çareser kirin û parastina welat bikeve nav piroseya demokrasî
fedralî de. Lêbelê mixabin û tevî danbixwegirtina Herêma Kurdistanê û hêzên
siyasiyên Kurdistanê derbarê ne dadmendiya cîbicî kirina destûr, girftên birîna budceya Herêma Kurdistanê û mûçeyê Pêşmerge û pirpagenda li dijî Kurdan û ezmûna demokratiyê li Kurdistanê, tevî van hemû rastiyan jî Herêm aKurdistanê danbixwe daye û xwe ragirtiye. Di dema ku hêzên din nav parlemena Iraqê de xelkên Iraqê ber bi sere navxweyî ve dibe, ev yek jî bandore li rewşa Iraq û Navçeyê dike heta bandore li şerê li dijî DAIŞê dike. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştemaniya Kurdistanê (YNK) ji serdema opozisyonê ve heta piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên û pêkanîna Iraqekî fedral di erkê xwe yê niştimanî kêmxem nebû û gelek qurbanî di vê rê de dane. Heta ku gihşte ku li Kurdistanê Enfal û Kîmyabarn pêkhat, lêbelê mixabin piştî rûxandina Sedam Husên ji bilî ew pirsgirêkên ku li Iraqê hatin durust kirin û ziyan gihandin hemû aliyan , Gelê Kurdistanê
ducar bê hêvî bûye, her hikûmetek tê ser hikim pirsgirêkên siyasî û abûrî durust dike, erwiha pirsgirêkên ne çavlirê jî durust dike bi taybet li rûyê abûrî û hikmranî û cîbicî kirina madeya 140 a destûrê Iraqê.

Azadîxwazan..

Mixabin rewş metirsîdare, Gelê Kurdistanê ne beşek ji pirsgirêkên nav parlemene, lêbelê bi dirêjayî herdemê hewil daye ku beşek bi ji çreseriyê. Me nekarên xirab û nejî me hewil daye ku pirsgirêkan kûrtir bikin û rewşê xirbtir bikin. firekesyonên Kurdistanî li Bexda yek rêz û helwêstin û siyaseta hêzên Kurdistanî jî bi ciwanî dane meşandin. Li vi rem tekeziyê li ser van xalan dikin:

1-Wek ku hêzên siyasiyên Kurdistanê me biryar daye, divê danûstendinek nû û li gorî pirojeyekî pesendkirî ji hemû hêzên siyasî ku hemû daxwazên me yên niha lixwe digre jibo hemû pirsgirêk çareser bibin di riya şandek hevbeş de di navbera aliyên parlemenê Iraqê û pêkhateyên Kurdistanê biçune Bexda di zûtirîn dem de.

2-Çareser kirina pirsgirêkên niha yên parlemen û hikûmetê, dîsa bi sazan siyasî û hikûmetek bi şiyan û rateqîne ye, sazan li ser bingeha baweriyê û hikûmetek bi tiwane ku karibe hemû pirsgirêkên hevbeşiya hikimraniya Iraqê çareser bike tevî pirsgirêkên Bexda û Herêma Kurdistanê.

3-Em dê şiyanên xwe bêhtir bikarbînin, jibo nav mala siyasiya Kurdistanê jibo çaresr kirina hemû pirsgirêkan û mafê hemû aliyan û pêkhateyan bê parastin.

4-Referandûm mafê demokratî yê Gelê Kurdistanê ye, bê guman yekemîn welat û yekemîn alî ku pêwîste em mijara referandûmê welatê Iraq û aliyên Iraqî ne.

Daxwazê ji hemû aliyan dikin ku take rê li pêşiya hemû aliyan ew e ku gotûbêjan bi hevre bikin, nek rekaberî, tolstendin û meramxwaziyê, herwiha divê hemû guhertin rewa û destûrî bin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
16.04.2016

K24
Top