• Saturday, 21 February 2026
logo

Demîrtaş: Nikarin me dadgehî bikin!

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Demîrtaş: Nikarin me dadgehî bikin!
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selhattîn Demîrtaş got, “Ti dadgeh an dozger ên li bin fermana AK Partiyê nikarin me dadgehî bikin. Hêza wan bes nake ku me dadgehî bikin.”

Selhattîn Demîrtaş di Kongreya Sêrtê de da zanîn ku ti tirsa wan ji bo rakirina parêzbendiye nîn e.

Demîrtaş got, “Niha difikirin ku eger parêzbendiya HDPyiyan rabe, emê wekî hinekan biçin koşkê, li ser çongên xwe rûnin û ji wan daxwaze lêborînê bikin. Li qisûra me menêre. Em ne wekî hinekan qeşmerê koşkê ne.”

Selhattîn Demîrtaş da xuyakirin ku rastî derew û buxtanan hatine û wisa got:

“Bawer bikin, ji ew derewên ew dikin bixwe jî bawer nakin. Hûn desthilatdar in û 14 sal in ku ê dewletê birêve dibin hûn in. 14 salên pirsgirêka kurdî di wexta we de bû. Ji bo ew pirs bê çareserkirin gelek caran fersend kete dest lê we ti fersend baş bikar neanî. Ên ku welat ji şer rizgar bike desthilatdar in, ne kesên dijbere ne.”

Demîrtaş teqez kir ku ewê piştgiriyê nedin siyaseta şerî û got, “Lê eger em vegerin siyaseta aştiyê, ji bo xatirên zarokên me, bo kesên tên kuştin, bo dayikên me, emê dîsa ji dil piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.”

Herwiha Demîrtaş got, “AKP dixwaze ji ber axaftinên me, me dadgehî bikin. Ti komîsyonê huqûkê yên AKPê, ti dozger an dadgehên li bin fermana AKPê nikarin me dadgehî bikin. Hêza wan têrê nake.”

Rudaw
Top