Li Stenbolê 5 otombîl û tanka gaza sirûştî şewitîn
Di demjimêren 02ê şevê de, ji ber sedemê nayê zanîn tanka gaza sirûştî tevî 5 otombêlan agir girt û şewitîn.
Niştecihên taxa Sîlahtaraxayê ji ber teqînan rabûn û hewldan ku, şewatê vemirînin. Lê heta ku, gaza sirûştî nehate birîn, şewatê berdewam kir.
3 kesên ku, ji dûman û gaza sirûştî zirar dîtin, rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê dest bi lêkolînan kirin û guman dikin ku, şewat ji hêla kesên nediyar ve hatiye derxistin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokrat YDG-H, hê berê ragehandibû, bi armanca bersivdana operasyonên bakurê Kurdistanê wê li metropolên Tirkiyê bike qadên şewatê.
K24
