• Saturday, 21 February 2026
logo

SERXWEBÛNA KURDISTANÊ - Barzanî: Amerîka û Ewropa bi me re ne!

Gulan Media April 16, 2016 Nûçe
SERXWEBÛNA KURDISTANÊ - Barzanî: Amerîka û Ewropa bi me re ne!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da zanîn ku Amerîka û Ewropa ne li dijî serxwebûnê ne.

Serok Barzanî bi televîzyona Al Jazeera re hevpeyvînek pêk anî ku tê de behsa referandoma serxwebûnê kir.

Barzanî li ser pirsa “DYA û welatên Ewropayê serxwebûna Kurdistanê çawa dinirxînin?” got:

“Ew, rewşa Kurdan û rastiyê baş dizanin. Dibe di derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de xwedîramanên cuda heibin lê ti kes li dijî serxwebûna Kurdistanê nîn e.”

Mesûd Barzanî li ser pirsa “Di derbarê serxwebûnê de Helwesta Tirkiyeyê çi ye?” got, “Heta niha em li ser vê mijarê bi Tirkiyeyê re neaxifîne. Lê eger daxwazek wan hebe em dikarin ji wan re eşkere bikin.”

Barzanî li ser referandomê axifî û got, “Me du encamên neserkeftî bi Iraqê re tecrube kir. Makezagon çênebû. Ji ber wê yekê divê referandom were pêkanîn.”

Herwiha Barzanî teqez kir ku pêkneanîna referandomê ne ji ber qeyrana navxweyî ye û got, “Referandom û serxwebûn ji hemû pirsgirêkan girîngtir e.”

Rudaw
Top