Mesrûr Barzanî:Ji bo cudabunê pêwîste ezmûnê Çek û Slovakya li berçav bê bigrin
Li gor ragehandinekî ku wêneyekî ji BasNewsê re hatiye şandin îro 14.04.2016ê şêwirmendê encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di pêşwazîkirina Cîgirê wezîrê navxwe yê Komara Çek Jerry Novacek û şanda li gel de amaje bi vê yekê kir: ‘’Nesaqamgirî û tundiya di herêmê de heye, encamên xeletiyan de pêkhatiye, ku sedsal berî naha bê ku ji gelên herêmê bipirsin, ji aliyê Ewropa ve rêkevtinek ji bo darijandina nexşeya herêmê hate mor kirin.’’
Di heman demê de, di hevdîtinê de Konsolê giştî yê Komara Çek li Hewlêrê Eva Dardakova jî amade bu. Mesrûr Barzanî ji ber alîkarî û piştîwaniya wan a jibo hêzên Pêşmerge spasî ji hikûmeta Komara Çekê re kir û diyar kir: ‘’Pêwîste alîkariya Pêşmerge kirin ewlehiyeta hemû civaka navnetewî be.’’
Li beranber da Cîgirê wezîrê navxwe yê Komara Çek Jerry Novacek, amaje bi berdewamkirina alîkarî û piştîwaniyan kir û ragehand, ew erkê giran û pêdiwiyên herêma Kurdistanê tê digehin û hikûmeta wan hewl dide, rêyekî hîn bileztir û pêşwazîkirin û bidestanîna pêwîstiyên hêzên Pêşmerge digerin.
Di beşekî din ê hevdîtinê de, li ser peyvendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê hate kirin û şêwirmendê encêmena asayîşa Herêma Kurdistanê nêrînên xwe yên jibo çareserkirina pirsgirêkan anî ziman û amaje bi ezmûna aştiyane ya piroseya li yek cudabuna Çek û Slovakya yê kir û diyar kir, pêwîste ew ezmûne li berçav bê girtin û amadebuna herêma Kurdistanê ya jibo gotûbêj kirina li gel Bexda û welatên din anî ziman.
Basnews
