• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê nû yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka kir

Gulan Media April 15, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê nû yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka kir
Êvariya roja pênçşem 14.04.2016 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Votel Fermandeyê nû yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka û şandekî li gel kir ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Matthias Mitman Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek Fermande û şêwirmendên artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Fermandeyê nû yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka spasî Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kir ji bo wê dostayetî û şeraket û karê hevbeş ya li gel hêzên hevpeymanan heye ku bûye sedema pêkanîna serkeftineke mezin ya li şerê dijî terorîstên Da'îş û ragihand ku serfirazin bi vê hevbeşî û peywendiya ku li ser armancekî hevbeş hatiye avakirin. Her wiha Serok Barzanî ji serkeftin û guhertin û pêşhatên meydaniyên dawî ya bereyên şer li Sûriye û Iraqê û planên ji bo berev pêşvebirina rewşa şer li hemû bereyan û azadkirina Musilê agahdar kir. Hêviya wê yekê jî xwest ku hemahengî û hevbeşiya her dû aliyan berev pêşve biçê.

Li beranber da Serok Barzanî spasî hêzên hevpeymanan û bi taybetî Amerîka kir ku piştevanê Hêzên Pêşmerge bûne û destxweşiyê li erk û keda General Lloyd Austin Fermandeyê berê yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîka ya li şerê dijî Da'îşê kir û hêviya serkeftinê jî ji bo General Joseph Votel li erk û karê wî yê nû de xwest. Her wiha ji bilî balkişandina stratejiya serbaziya Hêzên Pêşmerge li bereyên şer şîret û pêşniyarên pêwîst ji bo şanda mîhvan xisterû û di derbarê operasyona azadkirina Musilê jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku berî azadkirina Musilê pêwîste peymaneke siyasî li ser qonaxa piştî azadkirina Musilê û çawayiya îdarekirina wê hebê.

Li beşekî dinê civînê de behsa rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên nû yên li nav proseya siyasî kirin û her dû alî tekez li ser hemahengî û şêwirîna berdewam ya li navbera her dû aliyan kirin ku ew jî ji bo pêkanîna çareserkirina kêşeyên siyasiyên Iraqê û bi pêwîstî jî zanîn bi navê serkeftina li şerê dijî terorîstan û derbaskirina qeyrana darayî û giriftên din guftûgo û hemahengiya siyasî li navbera aliyên Iraqiyan berdewam bê.

Li vê civînê de Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmet û Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêmê û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiyê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmetê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Şêx Ce'fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêmê û Ferîq Cemal Serok Erkanê Pêşmerge amadebûn.
Top