ŞERÊ DAIŞê – Qonaxa duyem dest pê dike
Berdevkê hevpeymaniya navdewletê Steve Warren ji Bexdayê bi rêya video konferansê pirsên rojnamevanên li Pentagonê bersivand.
Steve Warren ragihand di 8ê Tebaxa 2014an de li dijî DAIŞê operasyonan dest pê kiriye û di heyam 20 mehên dawiyê de pêşkeftinên girîng bidest xistine di şerê DAIŞê de.
Warren tekez kir ku DAIŞê gelekî lawaz bûye û qonaxa yekemîn a operasyonên li dijî DAIŞê bi awayekê serkeftî bi dawî hat û niha jî qonaxa duyemîn dest pê kiriye û êdî çekdarên DAIŞê nikare weke karvan ango bi komî tevbigerin.
Berdevkê hevpeymaniya navdewletê herwiha amaje kir ku rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê ji herêmên di bin kontrola wê de %40 ji dest daye.
Rudaw
