• Saturday, 21 February 2026
logo

Mihemed Bazyanî: Şahê Siûdiyê piştevaniya xwe jibo Barzanî ragehandiye

Gulan Media April 14, 2016 Nûçe
Mihemed Bazyanî: Şahê Siûdiyê piştevaniya xwe jibo Barzanî ragehandiye
Serokê Tevgera Çaksazî û Geşe li Herêma Kurdsitanê Dr. Mihemed Bazyanî ragehand: “Axaftina şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pêwendiyên di navbera Barzanî û Siûdiyê de ne nû ne, jiber binemaleya Şahê Siûdiyê piştevaniya temam didin Barzanî.”

Dr Mihemed Bazyanî ji BasNews re ragehand: “axaftinên Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dr Mihemed Salih Cuma li ser pêwendiyên bihêz di navbera Siûdiyê û Herêma Kurdistanê de rastin, lêbelê ne tiştekî nû ye, jiber piştevaniya Siûdiyê bo Barzanî kêm nebûye Malbata Şahê Siûdiyê piştevaniyek temem didin Barzanî, jiber pêgehê Herêma Kurdistanê li cem Siûdiyê pêgehekî mezine.”

Herwiha ew jî eşkere kiriye ku pêwendiyên dîrokî di navbera Kurd û bi taybet Serokê Herêma Kurdistanê ligel Siûdiyê hene û kêmnebûne, lêbelê di salên dawî de pêwendî careke din geşbûne, jiber niha Kurd di şerê li dijî DAIŞê de ne, Siûdiyê jî yek ji wan welatên ku metirsî li ser wê jî heye ji DAIŞê.

Herwiha tekez kir: “Kurdistan bi hemû şêweyî çavkaniyek girînge jibo gaza sirûştî, ew û Siûdiyê dikarin karên hevbeş bikin, herwiha nêzîkî 2 milyon penaberên Suneyên Iraqê li Kurdsitanê dijîn, ev yek jî jibo Siûdiyê girînge.”

Berî niha Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dr Salih Cuma ragehandibû: “Heger îro Barzanî bixwe, sibe Israîl hêza xwe têne Kurdistanê û beramberî Îranê dê raweste, herwiha Siûdiyê jî dê hêza xwe ya bi nave Dirr Elşemal tine Hewlêrê û bergehên xqwe dê li Çoman û Hacî Omeran ava bikin.”

Rudaw
Top