• Saturday, 21 February 2026
logo

Sekreterê NATO: Em dixwazin hêza Pêşmerge bihêztir bikin

Gulan Media April 14, 2016 Nûçe
Sekreterê NATO: Em dixwazin hêza Pêşmerge bihêztir bikin
Sekreterê giştî yê NATOyê ragehand, hevpeymaniya NATO yê dixwaze hêza Pêşmerge bihêztir bike.

Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragehand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rolekê wan ê giring heye di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de.

Jens Stoltenberg ragehand, şêwirmendên leşkerî yên çend weletekî endamê hevpeymaniya NATO yê ne rahênan û perwerdeyên leşkerî didin hêzên Pêşmerge û ew jî wek beşek li hewldanên dijîtiya DAIŞê ne.

Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg, soz dide hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku alîkariya leşkerî berdewam bike û hewldanên wan zêdetir, baştir û rêxistin kirî bin û ragehand: ‘’Em dixwazin hêzên Pêşmerge û bi giştî jî herêmê bihêztir bikin li DAIŞê.’’

Basnews
Top