Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Tevgera Îslamî li Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û guhertinên siyasiyên Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û her wiha paşaroja peywendiyan û referanduma xelkê Kurdistanê û tehdît û derfetên li pêşiya Herêma Kurdistanê nirxandin.
Her li vê civînê de behsa rewşa siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê kirin û ronahî xistin li ser aramiya siyasî û qeyrana darayî û her wiha proseya çaksazî û berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê.
