Endamekî YNKê: Xewna Barzanî serxwebûne, xewna rêveberên YNKê û Goran du îdareyî ye
Endamê bûroya rêxistinî yê YNKê Silêman Ebdula yunis, di gotarekî xwe de ku li ser tora civakî ya facebookê de belav kiriye de, dibêje: ‘’Ji naha ve DAIŞ li Mûsilê tê derxistin. Li pêş kurdan sê hilbijarde heye, ew jî ragehandina serxwebûnê, hawar û banga konfederalî û yan jî vegera du îdareyî ye.’’
Ew endamê YNKê diyar kir: ‘’Xewna Barzanî sexwebûne. Lê xewna partiya wî du îdareyî ye. Xewna piranî rêveberên naha yên YNKê û Tevgera Goran jî du îdareyî ye. Lê xwastek û xewna giştî civak û partiya wan serxwebûn e.’’ herwaha amaje bi vê kir, alîgirên civakî yên YNK û Tevgera Goran nikarin xwastekên xwe yên dîrokî ku mafê çarenivîsa xwe, ji ber wan rêvebiran bidest bixin.
Silêman Ebdula diyar kir: ‘’Mala YNKê herdiçe ji rêkbunê dur dikeve, bi giştî dîtinekî siyaseta bê bawer û plangerî ango komplo di nawa YNKê û Goran de zêdetir dibe.’’
Herwaha li gor wî endamê bûroya rêxistina YNKê, ‘’Eger berî paqijkirina DAIŞê, Barzanî nikaribe rê li pêş xwastekên partiyê yên PDKê bigre û YNK jî nikaribe nawa mala xwe rêkbêxe û Tevgera Goran û YNK nikaribin wek yek tîmekî, navendên xwe birêve bibin û xwasteka durxistina Îslamiyan jî hêdî hêdî pêşbikeve, wê demê durketina ji herdû bijardeyên din wê pêkbê û waqiî ango rastî wê bibe, piştî DAIŞê dû îdareyî destên we maçî dike.’’
Basnews
