Wezîrê Berevaniya Fransa: Ez hatim piştgirya Fransa ji bo Pêşmerge ragehînim
Li gor ragehandinekî Serokatiya Encûmena Wezîran, ku wêneyekî geheştiye dest BasNewsê, di pêşwaziya wezîrê berevaniyê yê Fransa Jan Eve Ludrian, ji aliyê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê, ji Serokê Fransayê re hatiye şandin ku alîkariya wan ya ji bo Kurdistanê kirin e.
Herwaha wezîrê berevaniyê Jan Eve Ludrian, keyfxweşiya xwe ya ji bo serdana Kurdistanê kiriye anî ziman û ragehand: ‘’Ez hatim piştgiriya Fransa ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge tekez ragehînim.’’
Wezîrê berevaniya Fransa li gel pesnên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da, ku li pêş çavê hemû cîhanê şerê rêxistina DAIŞê dike û ragehand: ‘’Meha xizîrana bê de alîkariyên Fransa wê bigehin Pêşmerge’’ û em vî şerî wek şerê Fransayê jî dizanin û Fransa û Kurdistan di yek bereyî de ne û dijminê wan hevbeş e.
Herwaha Nêçîrvan Barzanî û wezîrê berevaniya Fransa Jan Eve Ludrian, giringiya şer ê rizgarkirina bajarê Mûsilê anîn ziman, ku ji xizîrana 2014ê heta naha ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye dagirkirin û serokê Herêma Kurdistanê jî diyar kiriye ku ‘’azadkirina Mûsilê ji bo Herêma Kurdistanê pir giringe.’’
Herwaha Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji wezîrê berevaniya Fransa kiriye ku welatê wan hewl bide Bexdayê naçar bike ku, beşa Kurdistanê û Pêşmerge ji alîkariyên leşkerî yên navnetewî yên bo Iraqê li şer ê dijî DAIŞê de bê dayîn û wezîrê Fransayê jî soz daye ku wan daxwazêne bigehîne welatê xwe û aliyên peyvendider ên navnetewî.a
basnews
