• Saturday, 21 February 2026
logo

'Belgeyekî Brîtanya ya derbarê Kurdistanîbuna parêzgeha Kerkûkê aşkera bu'

Gulan Media April 12, 2016 Nûçe
'Belgeyekî Brîtanya ya derbarê Kurdistanîbuna parêzgeha Kerkûkê aşkera bu'
Li gor belgeyekî Brîtanya ku dîroka wê di salên 1940-50 de ye û hejmara Kurd di nav hejmara rûniştvanên Iraqê de bi giştî digehe 900 hezar kesî.

Li gor belgeya fermî ya hikûmeta Brîtanya ku wêneyekî ketiye dest Bas me, bi giştî 285 hezar kes ku runiştvanên parêzgeha Kerkûkê bun, 151 hezar kes ji wan Kurd bun e û her yekli Çemçemal, Xurmatû û Germiyan wê serdemê de beşekî parêzgehê bun.

Heman belgename amaje bi vê dike ku, bi giştî runiştvanên parêzgeha Hewlêrê 240 hezar kes buye û 218 hezarê wê Kurd bune.

Di derbarê parêzgeha Silêmaniyê de jî li gor heman belgeyê sedî 100 bi giştî runiştvanên Silêmaniyê Kurd bune û hejmara wê derê jî wekî 222 hezar kes hatiye nivîsandin.

Di beşekî din ê belgeyê de amaje bi vê hatiye kirin ku, bi giştî runiştvanên bajarê Xaniqîn û bajarokên Mendelî, Seidiye, Celevla û Beledrûz hejmara wan bi giştî 56 hezar kes buye û 45 hezar kesê wan Kurd bune.

Di dawiya belgeyê de jî amaje bi vê dike ku, 210 hezar Kurd li sînorê parêzgeha Nînova hebune, ku wê serdemê de parêzgeha Duhokê jî yek ji navçeya wê bu. Herwaha hejmara Kurdên Bexdayê jî bi giştî 23 hezar kes buye.

Basnews
Top