• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kurd dixwaze bi aştiyane prosesa refrandomê cîhbicîh bike

Gulan Media April 12, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kurd dixwaze bi aştiyane prosesa refrandomê cîhbicîh bike
Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke saziyeke însanî ya ser bi Kilîseya Katolîk a Swîsê kir.

Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke dezgeheke însanî ya ser bi kilîseya Katolîk a Swîsê bi Serokatiya Qeşe Stephen Stubbs kir.

Di civînê de ku nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Swîsê Dr. Fewzî Qedor û Cîgirê berpirsê dezgeha xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed jî tê de beşdar bûn behsa wan hevkariyên însanî yên ku ji aliyê dezgeha însanî ya ser bi kilîseya Katolîk ve hatin pêşkêş kirin û ji aliyê DXB ve li Kurdistanê de hatine dabeşkirin hate kirin û Mesrûr Barzanî jî behsa ew hevkariyên han û çawetiya dabeş kirina wan hevkariyan li Kurdistanê ji aliyê DXB ve kir û got: Ew hevkariyên han bêyî ti cudatî li ser kesên xwedan pêdivî çi li ser asta navxweyiya Kurdistanê û çi jî li ser asta derve hatine dabeşkirin.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de goti: Aermanca me ewe ku dezgeha xêrxwaziya Barzanî bikin dezgeheke xêrxwazî a cîhanî daku bikarêbe hevkariyên xwe yên îsnasnî bigehîne cîhanê.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa ew navenda ku ji aliyê zanîngeha Amerîka- Kurdistan yaku li Dihukê damezrandiye kir û got: Ev navenda han bi hevkariya DXB di nava kempa penaberan de bo hevkarî kirina penaberan hatiye damezrandin daku hevkariya wan kesan bike ku pêdiviya wan bi dubare destpê kirina jiyanê ye.

Li dirêjahiya civînê de jî Stephen Stubbs ji ber afirandina derfeta hevdîtina han spasiya Mesrûr Barzanî kir û di gotarek de behsa vê yekê kir ku di dema serdanên xwe yên bo Kurdistanê de bi çavên xwe gehandina hevkariyên însanî bo kesên xwedan pêdivî dîtiye û herwiha jiber çawetiya dabeş kirina wan hevkariyan jî spasiya dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî kir.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê herwiha behsa çanda bihevre jiyana pêkhateyên etnîkî û olî û herwiha lêbûrînê ya li Kurdistanê de kir û balkêşande ser bicîh kirina zêdetir ji 2 miliyon koçberên deverên din yên Îraqê li Kurdistanê de û got: Em weke Kurd hertim qurbaniyên tundûtîjî zilim û zordariyiê bûne lê em hertim li ser çanda xwe ya bihêz berdewam bûne û em bi çanda han jî serbilindin.

Di dawiya hevdîtina han de behsa bûyerên li deverê de hate kirin û tekez li ser pêwîst bûna dubare amade kirina nexşeya deverê, prosesa refrandoma serbixweyiya Kurdistanê jî hate kirin û Mesrûr Barzanî got: Kurd dixwaze bi awayekî aştiyane prosesa han pêk bîne, di demên berê de jî Kurd di prosesên weke vê de nêrîna xwe diyar kiriye.
Top