• Saturday, 21 February 2026
logo

Şêwirmendekî Barzanî: Îsraîlê ji Obama re got, eger tu biryar nedî, emê berewaniya Kurdistanê bikin

Gulan Media April 11, 2016 Nûçe
Şêwirmendekî Barzanî: Îsraîlê ji Obama re got, eger tu biryar nedî, emê berewaniya Kurdistanê bikin
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi vê kir, ku çuna şanda Kurdistanê ya Bexdayê ji ber xatra Şîeyên Iraqê nîne. Ji ber ku nîşandan niyaz paqij a Kurdistanê ya li hember Amerîkayê ye. Ji ber ku Kurd dixwazin peyvendiyan li gel Iraqê, di çarçoveya bicihanîna destura Iraqê de hebe û wêjî diyar dike. Herwaha Kurd piştîwaniyekî baş ê navnetewî heye.

Di hejmara 1069 ya kovara Gulanê ya îro de 11.04.2016, şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Salih Cume ragehand: ‘’Dema ku DAIŞê êrîş kire ser Kurdistanê û li Hewlêrê re nêzîk bu, Îsraîlê bi aşkera ji Serokê Amerîkayê Barack Obama re ragehand, eger tu biryar nedî, wê Îsraîl bi balefirên xwe û artêşa xwe ve berewaniya Kurdistanê bike. Ji bo wê Obama ragehand, Kurdistan xeta sor e.’’ herwaha diyar kir, hemû cîhan geheştiye wê rastiyê ku, ew rêveberê di vê rewşa aloz de wek Barzanî rêveberiyê dikin, hejmara wan gelekî kêm e. diyar kir: ‘’Îro Barzanî bixwaze, sibê wê Îsraîl hêza xwe birêke Kurdistanê û li hember Îranê radiwestê û hêza Erebistana Siûdî dê bête Hewlêr û binke û pêgehên xwe li Çoman û Hacî umran ava dike.’’

Di heman demê de gazind li PKKê kiri û amaje bi vê yekê kir, ku dema Almanya biryara çek bide Kurdistanê da, bi fermana Îranê ve PKKê çend jinekî Kurdên Êzdî rêkirin parlamentoya Almanyayê, ku bibêjin çek nedin pêşmerge, ji ber ku ew çekane wê radestî DAIŞê bikin. Hikûmeta Tirkiyê jî çend jinek rêkiribu ku çek ji pêşmerge re neyê dayîn. Ji ber wan sedeman ji PKKê re tê dayîn. Lê Almanya zanî ku her du babet bi plana Îran û Tirkiyê pêkhatiye ji ber wê jî: ‘’Bi qehremantiya Pêşmerge û bikaranîna wan çekane ve, me karî Şengalê û Kurdên Êzdî azad bikin.

Li gor şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, eger Îran dijatiya dewleta Kurdistanê dike, şerê wî ne li gel rastûrast Kurdistanê ye. şerê wan li gel Îsraîl, Erebistan Siûdî û NATO yê û temamî dewletên hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê ku hejmara wan 63 dewlet e. ji ber vê hêz û aliyên ku xwe li gel bereyê Îranê bicîh dikin û piştgiriya wê siyasetê dikin, di encamê de wê bişkên û tiştê ku ji dest bidin nikarin carekedin paşde vegerîn in.

Basnews
Top