Amerîka peyamek hevbeş arasteyî Hewlêr û Bexda kir
Pisporê Zanistên Siyasî di zankoya Silêmaniyê de Dr. Omîd Tewfîq ji Dengê Amerîka re ragehand ku, Niha di piroseyên girîng hene û taybetmendiyên xwe hene li cem Amerîka, yek piroseya çaksaziyên Heyder Ebadî ne, duyem jî operasyonên azad kirina Mûsilê ne û got: “Amerîka dikare rênameyên piroseya çaksaziyê dane, lêbelê nikare fişarê bike, herwiha heger Amerîka bi riya Bexda re yan jî rasterast alîkariya Pêşmerge bike wê ew pirose bi xweşî pêşve biçe û bêhtir wê serkeftîbe.”
NAvborî amaje bi wê yekê jî kir ku, Amerîka jiber du sedeman dikare mercan li ser Bexda û Hewlêrê jî dane, sedema yekem rêkeftina stratîjîka asayiş ye dinavbera Bexda û Amerîka de, tewerê din jî pêwendî bi alîkariyên mirovî û pirsgirêka panaberan jî ve heye.
Basnews
