Minbic bo YPG’ê, Cerablûs bo Tirkiyeyê - 1
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan di serdana xwe ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bi Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Kerry û Serokê DYA’ê Obama re pêşeroja xeta ku dikeve navbera bajarên Kobanê û Efrînê yên Rojava, gotûbêj kiribû. Tirkiye ji Çileya 2015’an û vir ve li ser sînorê Rojava û Sûriyê dixwaze herêmeke tampon ku 90 km berfireh û 20 km jî kûr e ava bike. Enqerê bi wî awayî dixwest li ber gihandina xaka Rojavayê Kurdistanê bibe asteng. Ji ber vê yekê jî bi taybetî li Minbic û Serêkaniyê artêşa tirk baregehên YPG’ê bê navber dida ber topan.
Hate ragihandin ku Serokkomarê Tirkiyê di gera xwe ya DYA’yê de daxwaz kiriye ku li Xeta Cerablûs - Minbic - Mera piştî ku ji DAIŞ’ê bê stendin, yekîneyên tirkmen û Artêşa Azad de bên bicihkirin. Lê belê tê eşkerekirin wê ku DYA piştgiriya xwe ya ji bo YPG’ê li dij DAIŞ’ê berdewam bike û daxwazên Tirkiyê jî berhev bike. DYA xwe amade dike ku hem ji aliyekê ve piştgiriya xwe ya bo YPG’ê bidomîne û ji aliyê din ve jî daxwaza Tirkiyê ya “herêma tampon” qebûl bike.
Li gor zanyariyên BasNûçe’yê ku ji çavkaniyên li herêmê bidestxistî ne, DYA’yê formulek nû pêşniyar kiriye. Li gor Formula DYA’yê li xeta ji Ezazê heta Cerablûsê wê yekîneyên Artêşa Azad ku ji ereb û tirkmenan pêk tê, bicih bibin. Hêzên tirkmen yên nav Artêşa Azad ku Tirkiye piştgiriya wan dike wê Cerablûs û başûrê wê kontrol bikin. Li hemberî bicihkirina hêzên tirkmen wê li ser sînorê Cerablûs – Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku YPG jî di nav de ye wê Minbicê ji DAIŞ’ê bistînin û ber bi Efrînê ve pêşve biçin. Bi vî awayî hem “xeta sor” ya Tirkiyê nayê derbaskirin û hem jî stratejiya PYD’ê ya yekgihandina bajarên kurdan wê pêk were. Piştî vê lihevkirinê li heremê jî li gor vê yekê operasyon destpêkirin. Artêşa Azad ji Ezazê û YPG jî ji Minbicê dest bi êrişa ser hêzên DAİŞ’ê kirin û li heremê operasyon û şer berdewam e.
Hiso: Di mijara Minbicê de me bi mitefikên we re li hev kir
Endamê HSD û Berdevkê Çapemeniyê ya Ceyş el Siwar Ehmed Hiso ji BasNûçe’yê re nexşerêya DYA, Tirkiye û YPG’ê ya li hember DAIŞ’ê nirxand. Hiso operasyona bajarokê Minbicê piştrast kir û eşkere kir ku HSD xwe amade dike ku Minbicê kontrol bik û ber bi Efrînê ve korîdorekî vebike. Hiso radigihîne ku wan bi hêzên hevpeyman re li ser têkoşîna li dij DAIŞ’ê hevdîtinên nû kirine û diyar dike ku li ser Xeta Cerablûs - Minbic û Ezazê geşedanên leşkerî yên nû wê rû bidin. Hiso wiha dibêje: “Minbic devereke girîng e. Paqijkirina DAIŞ’ê ji vê herêmê wê DAIŞ’ê gelek qels bike. Ji bo ku têkiliyan wan ya bi Reqqayê re bê qûtkirin, divê operasyona Minbicê pêk were. Mitefîkên me jî di heman fikrê de ne. HSD’ê ev heyameke operasyonên xwe rawestandibûn, niha wê dîsa des tbi operasyonan bike. Pêşeroja Cerablûsê jî bi dem re em ê bi mitefikên xwe re biaxivin.”
‘HSD ber bi Minbîcê, Artêşa Azad jî ber bi Cerablûsê ve pêşve diçe’
Rojnameger Mohammed Elî ku operasyona HSD’ê ya Minbicê û ya Artêşa Azad a Cerablûsê dişopîne, derbarê geşedanên li herêmê agahî dan BasNûçe’yê. Elî destnîşan dike ku Artêşa Azad di maweyê 3 rojan de 20 kîlometran pêşve çûye. Her wiha Elî radigihîne ku HSD’ê amadekariyên xwe temam kirine û yekîneyên xwe li Bendava Teşrînê û derdora wê bicihkirin e. Elî diyar dike ku hevpeymana li dij DAIŞ’ê deverên ku operasyon wê werin pêkanîn, bombebaran dike û got ku operasyonên li Minbic û Mareyê zêde û gurbûne.
Ji hêla din ve hatibû eşkere kirin ku bi pêşengiya HSD’ê ji bo Minbicê konseyên leşkerî û sivîl hatine avakirin. Çavkaniyên nêzî PYD’ê ragihandibû ku Konseya Leşkerî ya Minbicê ji Bendava Tişrînê ber bi bakûr ve diçe û ji şervanên ku dixwazin Minbicê kontrol bikin pêk tê. Heman çavkanî radigihînin ku ji bo Minbicê Konseya Îdarî jî wê were damezrandin. Li gor nûçeya ANHA’yê kurd û tirkmenên li vê herêmê radigîhin ku Konseya Leşkerî ya Minbicê bi agahiya wan û ya DYA’yê hatiye pêkanîn.
İdris Nassan: Operasyonên leşekrî wê pêk werin
Ji Rêveberên Kantona Kobanê yê berê Îdrîs Nassan di derbarê operasyonên Minbic û Cerablûsê de ji BasNûçe’yê re eşkere kir ku YPG û HSD’ê bi DYA û Rûsyayê re li ser operasyonên li dijî DAIŞ’ê axivîn e. Nassan dibêje ji bo ku DAIŞ ji Rojava û Sûriyê bê derxistin, operasyonên leşkerî wê bidomin û destnîşan dike ku Minbic devereke stratejîk e û piştrast kir ku YPG xwe ji operasyonê re amade dike. Nassan baldikşîne ser serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan a Washingtonê û dibêje ku ji bilî hêzên navnetewî, hêzên herêmî jî qebûlkirine ku PYD li Rojava hêzeke girîng e. Nassan diyar dike ku divê Tirkiye dev ji dijayetiya PYD û YPG’ê berde û got, “YPG ji bo tu kesê ne gef e û herêmê li dijî komên selefî diparêze. Divê ev ji aliyê Tirkiyê ve jî bê qebûlkirin.”
Basnews
