Kurdistan a bê kurd
Gorbaçov ji bo pirsgirêkên mezin yên Yekitiya Sovyetê çareser bike, siyaseta ji nûh ve avabûnê destpêkir. Lê jinûhvebûn û zelalî şikestina Sovyetê leztirkiribû. Di sala 1988’an de Yekitiya Sovyetê êdî ber bi belavbûnê ve diçû. Sîstema sosyalîst li dij sîstema kapîtalîst nikaribû hebûna xwe bidomandana.
Di nav gelên Sovyetê de welatparêzî û cudaxwazî destpêkiribû. Aborî û jiyana civakî û siyasî xetimî bû. Pirsgirêkên netewî û demokrasiyê di tecrûbeya 70 salên borî de nehatibûn çareserkirin. Li aliyê din, di serî de Amerîka û pergala rojava dora sîstema sosyalîst pêçabû û şerê sar bûbû sedemê pirsgirêkên mezin.
Serokê Sovyetê Gorbaçov di bin bandora netewperestên Rûs de, biryara belavkirina vê împaratoriya cîhanî da. Li gor siyaseta nûh ya Moskovayê, wê dewletên ku yekitiya Sovyetê pêkanîbûn êdî ne wek barê Rûsya lê wek koloniyên Rûsya bihatana birêvebirin.
Gel û welatên heta wê demê di bin sîstema Sovyetê de gihîştibûn hevûdû yeko yeko ji Sovyetê vediqetiyan. Edî li ser xaka Sovyetê dema dewletên netewî û nakokiyên etnîkî destpêkiribû.
Bi vî awayî barê Moskovayê siviktir dibû û çavkaniyên xwe ji bo Rusya vediqetand. Di encam de forma vê dewletê guherî û Yekitiya Sovyetê navê xwe wek Koma Dewletên Serbixwe guherî.
Pêvajoya nûh ji bo kurdan xwedî wateyeke hasas bû. An wê di bin vê aloziya giran de wendabûna an jî wê ji rewşê îstîfade bikrana. Firsend û xeter herdû jî di heman demê de di kemînê de bûn.
Piştî ku ji îskeletê Sovyetê dengên qirçînê hat, pevçûnên peşîn di nav azerî û ermeniyan de derket. Nagorno Qerebax ku rûniştvanên wê ji ermeniyan pêk dihat û wek heremeke otonom di nav xaka Azarbaycanê de dima, bû sedemê şerekî ku hîn jî car caran didome.
Herema Laçînê ku wek nawenda Kurdistana Qafqasya bû di nav xaka Azarbaycanê de dima û di navbera Ermenistan û Qerebaxê de wek pirekî bû.
Piştî destpêka nakokiya navbera herdû komaran, ermeniyên Azarbaycanê û azeriyên Ermenistanê ji malên xwe hatin qewirandin. Di nav azeriyên Ermenistanê de 20 hezar kurdên Musluman jî ji Ermenistanê hatin sirgûnkirin. Koçberên nûh, li Kazaxistan, Rûsya û Azarbaycanê belavbûbûn.
Dîsa di sala 1990an de li Kirxizistanê gundên kurdan bû hedefa êrişên hêzên fermî û bi sedan malbat ji cîhwarên xwe hatin qewirandin û derbasî Kazaxistanê bûn. Heman rewş li Ozbekistanê jî rûdabû û bi hezaran kurd, ji ber zextan reviyabûn Rûsya û Kazaxistanê. Li aliyê din di heman wextî de li bajarê Rûsya Qirasnadarê jî gelek kurd ji xaniyên xwe hatibûn avêtin û bêcîh mabûn. Li ser xaka Sovyetê cîh ji kurdan re tengbûbû.
Xeyala Kurdistaneke Sor!
Li ser vê rûdanê, serokên kurdên Sovyetê xetera li ber xwe dîtin û ketin tevgerê. Wê Sovyet belavbibûya û kurd wê ji cîhên ku hatibûn sirgûnkirin jî bihatana qewirandin û bêwar bimana. Bi vî awayî pevajoya damezrandina rêxistineke netewî û lêgerîna welatekî ji bo kurdan destpêkiribû. kurdên Sovyetê careke din berê xwe dabûn Kurdistana Sor.
Ji bo parastina mafên kurdan di bin serokatiya Mihemed Silo Babayev de komîteyekî hatibû damezrandin. Komîta kurd ji bo doz û parastina mafên kurdan bi navê Yekbûn rêxistinekî jî wê avabikra. Babayev ji bo damezrandina Kurdistana Sor, behsa şerê çekdarî dikir. Alternatifên kurdan jî li ser xaka Rûsya an jî li peravên Derya Xazarê otonomiyeke netewî bû.
Di encam de endamên Komîtê ji bo alikariya Rûsyayê bidestbixin, berê xwe dan peytext Moskowayê.
Di komîta kurdan de kesên wek Mihemedê Silo Babayev, Elî Evdirehman Xatûna Seyîd, Zahirê Evdî, Nadirê Kerem, Şêx Remezan, Prof. Kînyas Mîrzoyev, Wekîl Mistefa, Huseynê Nebo, İşxanê Aslan û Rustem Broyî hebûn. Serekên kurd daxwaza dîtina Serok Gorbaçov dikirin.
Di 7’ê Gulana 1989’an de 1000 serek û rewşenbîrên kurd li Moskowayê gihîştin hevûdû. Kurdên ku ji 8 dewletên wek Rûsya, Kazaxistan, Ermenistan, Azarbaycan, Gurcistan, Turkistan, Ozbekistan û Kirxizistanê li Moskovayê gihiştibûn hev, li meydanên peytextê çalakiyên xwepîşandan û rûniştinê pêk dianîn û doza mafên otonomiyê dikirin. Di rojên pêşîn de rayedarên Sovyetê, li kurdên ku li Moskovayê bêhuzûriyê derdixistin zextan kirin.
Karmendên Qesra Sor daxwaza kurdan ya hevdîtinê reddikirin. Li ser vê yekê qasî 2 hezar kurd li Meydana Pûşkîn dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di serê evil de, polîsê Rûs bi awayekî hovana êrişê kurdan kir. Lê kurd ji cîhê xwe veneqetiyan.
Di encama çalakiyên bibiryar de roja heştan, heyetekî Sovyetê di bin serokatiya Gavrîl Papov de, bi kurdan re rûnişt. Di heyeta Rûs de Serokê Komîteya Kêmnetewan Ariyembov jî hebû. kurdan ji rayedarên Sovyetê 3 tiştan duxwest: Divê Rexistina Yekbûn wek berdevkê kurdên Sowyetê bihata naskirin. Otonomiya Kurdistana Sor ya ku di dema Stalîn de hatibû xesbkirin carek din bihata qebulkirin. U zilma Ermenistanê ya ser kurdên Musluman bihata sekinandin. Rayedarên Sovyetê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan sozê damezrandina komîsyonekî dibû. Lê li gor wan niha behsa Kurdistana Sor wê şerê navbera Azerî û Ermeniyan hîn jî sortir bikra. Bi vî awayî hêvîya kurdan careke din geş bûbû.
Di 21ê İlona heman salî de kurd careke din ji bo kongra yekem ya Yekbûnê li Moskowayê gihîştin hevûdû. Di civînên peşîn de ji Sovyetê pejirandina Yekbûnê hat ricakirin. Di vê navberê de Moskowa di nav de pirsgirêka kurd jî biryara çareserkirina pirsgirêkên netewî dabûbû berxwe.
Xeyalên sor din nav xwîna sor de
Li aliyê din di navbera kurdan de li ser forma çareseriyê nîqaş didomiya. Gelek ji kurdan li dijî projeya Kurdistana Sor derdiketin. Şerê xedar yê heremê çavê wan ditirsand. Ji ber vê yekê kurd li hember Moskowayê ne yekdeng bûn. Rayedarên Sovyetê ji kurdan biryareke zelal û yekdeng duxwestin. Li aliyê din Komarên Ermenistan û Azarbaycanê li dijî daxwazên wejandina Kurdistana Sor disekinîn.
Di sala 1990’an de hêviyên kurdan mezintir bûbû. Rayedarên Sovyetê gelek caran bi heyetên kurdan re rûniştibûn û ji bo çareseriyê hêvî dabûn wan. Lê Sovyet li ber têkçûnê bû. Keştiya sosyalîzmê hêdî hêdî nokdibû. kurdan ji herkesî zedetir neduxwest ku Sovyet ji hevûdû belav bibe.
Di hevdîtina gulana 1991’an de cîgirê Serokê Yekitiya Sovyetê Revenko ji heyeta kurd re silavên Gorbaçev got û mizgîna damezrandina Kurdistana Sor da. Li gor Revenko, rayedarên Moskowayê bi Dewleta Azerbaycanê re axifîne û ew qayil kirine. Divêyabû serekên kurd jî gelê xwe ji bo vegera ser xaka Kurdistana Sor amade bikra. Li gor biryara civînê wê heyeta Yekbûnê biçûya Azarbaycanê û bi rayedarên Azerî re jî li ser pirsgirêkan biaxifiya. Kurdistana Sor êdî ne xeyal bû.
Basnews
