Li Stenbulê Nêçîrvan Barzanî digel Erdogan û Dawudoglu dicive
Di civînên navbera serokwezîrê herêma Kurdistanê û serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê de, pêşhatên dawiyê yên rewşa herêma Kurdistan, Îraq û herêmî bi giştî di warê emnî û şerê dijî terorîstên DAÎŞê de û amadakariyên operasyona azadkirina Mûsilê ji bin destê terorîsan hatin gotûbêj kirin.
Têkliyên navbera Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê di warê abûrî, bazirganî û derbaskirina wê kirîza êkonomiya rastî herêma Kuridstanê hatiye û pêkhateya nû ya hikûmeta Îraqa federal jî di civînan de hatin bahis kirin.
Serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîsta aliyên îraqî pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bikin û li dor operasiyan azadkirina bajarê Mûsilê jî, bi pêwîst zanî ku digel hevpeymaniya navdewletî, arteşa Îraqê, Pêşmerge û xelkê bajêr di operasyonê de beşdar bin.
Di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku, têkeliyên xurt di navbera Tirkiye û herêma Kuridstanê de hene û dikare ew têkelî xuetir û berfirehtir bibin, û Tirkiye lêkolîn dike ka ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî çewan hevkariya herêma Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku têkeliyên navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê giringiya xwe heye û herêma Kurdistanê bi berdeqamî lêdixebite wan têkeliyan baştir bike û digel hemû dewletên cîran têkeliyên baş hebin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa serdanan xwe ya vê dawiyê bo Bexdayê û civîna digel wezîrê derve yê Amerîkayê, serokwezîrê Îraqê, serokomarê Îraqê û digel berpirsên din yên Îraqê kir û hêvî xwest ku hemû aliyên Îraqê ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî û şerê dijî terorîstên DAÎŞ û binbirkira wan, xebatên xwe yek bikin û diyalog û danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam be.
