Pêşmerge êrîşeka berfireh ya Daişê li Kerkûkê şikand
Kemal Kerkûkî, berpirsê bereyê rojava Kerkûkê yê hêzên pêşmerge bo War got: şevîdin terorîstên Daişê li başurê rojavayê Kerkûkê, li gundên (Kwazî Ereb, Kwazî Hecî Cemîl, Sed û Mensurîye) êrîşî sengerên pêşmerge kirin, lê êrîşa wan ji alîyê pêşmerge ve hat şikandin û zîyanên mezin bi terorîstan kevtin.
Got jî: piştî êrîşê, frokeyên şerkerên hevpeymanan, çendîn caran baregeh û livînên Daişê bombe baran kirine û zîyan gihandine terorîstan.
War.tv
